MARSÎLYA – Komploya navneteweyî ya 15ê Şubatê 1999’an li dijî Rêber APO, li bajarê Marsilyaê bi meş û mîtînga ku bi beşdariya hezaran kesan pêk hat, hate protestokirin.
Girseyê li La Canebière civiyan û bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Rojava re Statu” ber bi Vieux-Port de Marseilleê meşiyan. Di çalakiyê de ku jin û ciwan bi awayekî berbiçav beşdar bûn, dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Liberté pour Öcalan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin bilind kirin.
Li Vieux-Portê di daxuyaniyan de hate xuyakirin ku komploya 15ê Şubatê iradeya gelan hedef girtîye. Hate diyarkirin ku êrîşên li Rojava pêvajoyek komploya nû ne û daxwaza naskirina statûya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.
Di belavokê de jî hat gotin: “Aştî di şertên tecrîdê de nayê peydakirin,” û hate îfade kirin ku azadiya Rêber APO şertê bingehîn ê çareseriya demokratîk e.
Çalakî bi peyamên azadî û hevaltiyê bi dawî bû.


