TIL TEMIR – Îro li bajarê Til Temir bi boneya 15’ê Sibatê şêwirmendê Hesen Koçer ji bo ciwanan ciwin hate lidarxistin. Bi dehan ciwanên bajêr beşdar bûn.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir ku êrîşên li ser Rojava berdewamiya Komploya 15’ê Sibatê ne û bang li ciwanan kir ku têkoşîna xwe li dijî komployan bidomînin.
Di nav axaftina xwe de qala êrîşên li ser Rojava kir û got ku divê gel baş fam bike û bizanibe çima ev êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin. Wî diyar kir ku ev êrîş projeya edalet û wekhevî di navbera gelan de armanc dikin û li şûna wê netewperestî tê pêşxistin, ku dibe sedema alozî û nakokî di nav civakan de. Her wiha got ku girîng e ku yekîtiya civakî were xurtkirin û tifaqa bi gelan re were parastin, û divê helwestên civakê li ser bingeha aştiyê û hevgirtinê bin.



