TIL TEMIR – Li Til Temirê, Ciwanên Şoreşger bi şîara “Tu kes nikare rojê me tarî bike” meşek lidarxistin.
Meş li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de pankarta “Tu kes nikare rojê me tarî bike” hate vekirin û sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin bilindkirin.
Dema ku meş gihîşt rêya sereke ya M4’ê, veguherî mitîngê. Li vir, piştî yek deqeyê rêzgirtinê, li ser navê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axaftin kir û got: “Em îro ji bo protestokirina komploya ku li dijî projeya azadiyê, li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û azadiya wan hate çêkirin, civiyane.”
Mitîng bi sloganên ku tê de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate bilindkirin, bidawî bû.


