AMED – Li Amedê di meşa komployê ya ku bi hezarên kesan hate pêk anîn de, hevserokê giştî yê DBP’ê Keskin Bayındır axaft û diyar kir ku Rêber Apo komployê betal kiriye û bang li dewletê kir ku, “Heke niyeta we çareserkirina pirsgirêka Kurd e, rûyê xwe ber bi Îmralîyê ve vegerînin.”
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya 27’an salvegera Komploya Navneteweyî ya ku di 15’ê Şubatê 1999’an de li ser Rêber Apo hate sepandin, meşek hate lidarxistin. Meş bi şîara “Bi ronahiya rastiyê ber bi azadiyê ve” hate pêk anîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayındır, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdar bûn. Li pêşiya Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu, hezarên kes civiyan û alayên ku wêneya Rêber Apo li ser bû hildan. Di heman demê de posterên Rêber Apo jî hatin hilgirtin.
Di meşê de pankarta “Kes nikare tu carî roja me tarî bike” hate vekirin û bi ronahiya têlefonan li dijî tarîtiya komployê bertek hate dayîn. Girse gelek caran sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav Îmralî’yê hezar silav”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” bilind kir.
‘TESLÎM NAKIN’
Girseyê ku bi çepik, zılgıt û sloganan gihîşt Meydana Îstasyonê, li wir daxuyanî kir. Yekem axaftvan Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtîyan (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma bû. Wê diyar kir ku 15’ê Şubatê ji bo gelê Kurd ne tenê rojek di salnameyê de ye, lê navê roja ku komploya navneteweyî ya bi armanca “bêserokkirin” û tunekirina gelê Kurd hate sepandin e.
Yeter Erel Tuma got: “Hûn duh ne serketin, îro jî nikarin serbikevin. Em duh teslîm nebûn, îro jî hûn nikarin me teslîm bikin. Wek gelê Kurd em ê têkoşînê bidomînin heta ku civaka demokratîk were ava kirin, destkeftiyên li Rojava mezin bibin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan bigihîje azadiya fizîkî. Heta ku Birêz Abdullah Öcalan were azad kirin, em ê meşê bidomînin û riya ku em dimeşin mezin bikin.”
‘HETA AZADÎ WERE PÊKANÎN EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’
Keskin Bayındır jî bi bîranîna ku Heyeta Îmralîyê sibê dê herê Îmralîyê, got: “Ji Amedê silavên germ ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan re dişînin.” Bayındır bal kişand ku bi komploya navneteweyî qet encam nehatiye wergirtin û nayê jî wergirtin, û bang kir ku, “Artê ji vê zihniyeta komployê vazgezin.”



