BASEL – Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê protesto kirin û êrîşên li dijî gelê Kurd di şahsê Rêber APO de şermezar kirin.
Ciwanan li yek ji pirên herî zêde tê de derbasbûn a bajêr pankartek daliqandin. Di daxuyaniya ku bi zimanê Almanî û Kurdî hate kirin de, hate xuyakirin ku paradîgmaya ku Rêber APO pêşxistiye ji bo Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn perspektîfa çareseriya demokratîk û aştiyê pêşkêş dike. Ciwanan komploya navneteweyî şermezar kirin û daxwaza bidawîbûna tecrîdê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Azadiya fizîkî ya Rêber APO azadiya gelê Kurd e. Divê şertên xebatê yên azad bilez werin peydakirin.”
Çalakî piştî daliqandina pankartê li ser pirê, bi meşal û fîşekên asmanî û dirûşmên “Bîjî Serok APO”, “Bê Serok Jîyan Nabe” û “Ciwan Fedaî ye Rêber APO’ye” bi dawî bû.


