SILÊMANÎ – Li Silêmaniyê, îro gel û ciwan ji bo piştgiriya berxwedana Rojava daketin kolanan. Di meşê de ciwanan bi dirûşmeyên wekî “Jin, Jiyan, Azadî” û “Rojava Ne bi Tenê ye, Deriyê Azadiyê ye” piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojava nîşan dan.
Meşa ku li ber Parka Giştî ya Silêmaniyê hate lidarxistin, rêxistinên civaka sivîl, hunermend, mamoste, xwendekarên zanîngehê û rewşenbîrên bajêr beşdar bûn.
Di meşê de marşa “Ey Reqîb” hate gotin, û dirûşmeyên wekî “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Rojava ne bi tenê ye, Deriyê Azadiyê ye”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Rojava û Rojhilata Yeke, Kurdistan Yek Welate”, û “Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.



