QAMIŞLO – Li Qamişloyê, ji 7 heta 70 salî, mirovên ji her temenî beşdarî seferberiyê dibin, bi moral û biryardariyeke mezin şev û roj bajarê xwe diparêzin. Dayikek ji Qamişloyê, tekez li ser yekîtîya her çar parçeyên Kurdistanê kir û bang li hemû gelê Kurd kir ku tevlî seferberîyê bibin, beşdarî vî Şerê Rûmetê bibin û nirxên ku li Rojava hatine afirandin biparêzin.
Her wiha, ciwanekî ji Başurê ku bi derfetên xwe tevlî seferberiya yekîtiya neteweyî bû got: “Îro roja rûmetê ye, îro roja serhildanê ye, û îro roja tevlîbûna seferberiyê ye. Em, wekî ciwanên Kurdistanê, amade ne ku bi fedakarî şer bikin”, bi vî awayî biryardariya xwe tekez kir.



