NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Dmeokratîk (QSD) ragihand ku di binpêkirineke nû ya agirbestê de, çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi droneke xwekujî êrişî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxa kir, di encamê de 2 şervan birîndar bûn.
Navendê diyar kir ku şervanên QSDˊê dronek jî li asîmanê herêmê xist xwarê.



