MEXMÛR – Li Mexmûrê, ciwan bi rojan e li dijî êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava li qadan in. Nobeta wan a ji bo berxwedana Rojava îro bi govend û dirûşmeyên gelêrî berdewam dike. Ciwan amadebûna xwe ya tevlîbûna seferberiyê nîşan didin.



