STUTTGART – Li Stuttgart a Almanya, ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) îro çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê yên li ser Rojava berdewam kirin.
Di xwepêşandanên ku ciwanan pêşengiya wan dike de, êrîşên çeteyan tên protestokirin û berxwedana Rojava tê silavkirin. Ciwanên ku bi fîşekên hewayî û meşaleyan di kolanên Stuttgartê de dimeşin, tekez dikin ku heta ku êrîşên dagirkeriyê bi dawî bibin ew ê li kolanan bimînin.
Di tevahiya xwepêşandanê de, dirûşmeyên wekî “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedan” û “Bijî Kobanî” hatin qîrkirin. Beşdaran nerazîbûna xwe ya li hember HTŞ û alîgirên wê nîşan dan, di heman demê de biryardariya xwe ya ji bo hembêzkirin û xurtkirina berxwedana gelê Kurd jî diyar kirin. Xwepêşandan bi bangek ji civaka navneteweyî re bi dawî bû ku li hember êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng nemînin.



