HAMBURG – TCŞ ya Hamburgê ji bo şermezarkirina êrîşên HTŞ ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, platformên Herêmî yên li Hauptbahnhof a Hamburgê dagir kir.
Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Hamburgê ji bo şermezarkirina êrîşên HTŞ’ê û terorîstên ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, platformên Regonal Bahn li Hamburg Hauptbahnhof dagir kirin. Dagirkirin ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Enternasyonal a Alman ve bi hevbeşî hat kirin.
Di dema rê girtinê de, ciwanan pankartek bi nivîsa “Defend Rojava” vekirin û dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Terörist Coloni”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî Serok APO” qîr kirin. Li hember qedexeya polîsên Alman a li ser alên YPG-YPJ, wan alên YPG-YPJ bilind kirin û seferên trênan rawestandin.
Ciwanan banga “çalakiyên bêîtaetiya sivîl li Ewropayê kirin heta ku êrîşî Rojava bê kirin.”
Di çarçoveya xwepêşandanê de xizmetên trênê hatin rawestandin.



