RIHA – Meşa ber bi sînorê Kobanî ve li Pirsûsê dest pê kir. Beriya meşê, ciwanan posterêk mezin ê Rêber Apo vekirin.
Li hember êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser Rojava, girseya ku li navçeya Pirsûs a Rihayê kom bû, li Meydana Komarê posterêk mezin ê Rêber Apo vekir.
Beriya meşa ber bi sînorê Kobanê ve, xelkê li qadê kom bûn posterêk mezin ê Rêber Apo ku li ser wê “Bê Serok jiyan nabe” hatibû nivîsandin, vekirin. Piştî vekirinê, kesên li qadê dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” qîr kirin.



