MARBURG – Li Marburg a Almanya, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) piştgiriya xwe ya ji bo Rojava didomînin û di qadê de çalak in.
Li Marburgê, endamên koma ciwanan a TCŞ ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, meşek li dar xistin.
Meş li Kolana Biegen dest pê kir û heta Îstasyona Trenê ya Navendî ya Marburgê berdewam kir. Di tevahiya meşê de, ciwanên ku alên “YPG” û “YPJ” hilgirtin, dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî berxwedana YPJ” qîr kirin.
Herwiha, endamên TCŞ’ê diyar kirin ku divê Rojava were parastin û heta ku êrîş berdewam bikin, ew ê ji herêmê dernekevin.



