KOBANÊ – Li Goristana Şehîd Dicle a bajarê Kobanê, 6 şehîdên ku di encama êrîşa balafira bê mirov a dewleta Tirk de a li ser Sirînê şehîd bûn, hatin oxir kirin.
Bi hezaran gel tevlî merasîmê bû. Di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hat girtin.
Piştî wê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û li ser navê Fermandariyê YPJ Nisrîn Ebdûllah axaftin hatin kirin. Nisrîn Ebdûllah bang kir ku miletê Kobanê ji warê xwe dernekeve û tevlî çalakiyan bibe ji bo parastina axa xwe.



