KOLN – Li Ewropayê xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Rojava bênavber berdewam dikin. Cihêke din ê van xwepêşandanan Koln a Almanya bû. Ciwanên Kurd bi girtina rêyan çalakiyek bêîtaetiya sivîl pêk anîn. Ciwanan li ser pira Mülheimer a li Kolnê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava lastîk şewitandin.



