MARSÎLYA – Li Marsîlyaya Fransayê, ciwanan li France 3, ku mezintirîn kanala televîzyonê ya welêt e, li dijî sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava hatine kirin, çalakiyek bêîtaetiya sivîl li dar xistin. Ciwan bi israr ketin avahiyê û dosyayek pêşkêş kirin ku balê dikişand ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava û têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê. Di destpêkê de dosya hat redkirin, lê bi berxwedana bênavber a ciwanan di dawiyê de hat qebûlkirin û ew karîn bi rojnamevan û derhêner re hevdîtin bikin.



