ŞENGAL – Li ser banga seferberiya giştî ya QSD’ê, ciwanên ji Şengalê bi karwanên wesayîtan ber bi sînorê Rojava ve çûn da ku derbasî Rojava bibin. Leşkeran êrîşî ciwanên ku dixwestin deriyê sînor bişkînin û derbasî Rojava bibin kirin. Berxwedana ciwanan li ser sînor berdewam dike.



