NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), rêxistina ya ciwanên Kurd li Ewropayê, bang li gel kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava derkevin kolanan.
TCŞ di daxuyaniyek nivîskî de bang li ciwanên Kurd kir ku li her kolanê parastina Rojava bikin.
Daxuyanî wiha ye:
“Wekî “Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) piştî êrîşên li Helebê ku bûne sedema destpêkirina operasyonên firehkirî, hemû ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê bi awayekî acîl û bêqutandinê vedixwîne bo çalakiyê. Em êrîşên li Bakur-rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Armanca van êrîşan ew e ku gelê Kurd teslîm bibe û bi tevahî nayê qebûlkirin.
Ji ber vê yekê, em her wiha paşxistina Konferansa Ji Nû Ve Avakirinê ya ku ji bo 24ê Çile hatiye plankirin radigihînin.”
‘Bi êrîşan teslîmbûnê ferzdikin”
Em êrîşên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş gelê Kurd neçar dikin ku teslîm bibin û bi tevahî nayên qebûlkirin. Divê hemû ciwanên Kurd û dostên Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li dijî gefa qirkirinê seferber bibin. Şoreşa Rojava ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak. Ew yekane alternatîfa li Rojhilata Navîn ji bo jiyana hevpar û demokratîk a gelan û baweriyan temsîl dike. Parastina berxwedan û destkeftiyên gelê Kurd tê wateya parastina jiyanê li dijî zîhniyeta faşîst û qirker. Kobanî li çaraliyê cîhanê wekî kelehek berxwedanê li dijî DAIŞê û serkeftinek ji bo gelê Kurd tê nasîn. Şoreşa jinan li Rojava bûye sembola parastina nirxên mirovan. Vê şoreşê her wiha dewlet û gelên Ewropî ji çeteyên DAIŞê, ku gefek cidî ne, parastin. Dewletên Ewropî, ku di destpêkê de xwe wekî dewletên demokratîk bi nav dikin, divê van êrîşên nemirovane şermezar bikin û ji bo rawestandina wan tedbîran bigirin!
‘Bi Rihê Kobaniyê Em Rojava Biparêzin’
Îro, parastina destkeftiyên şoreşa Rojava erkê bingehîn ê gelê Kurd û bi taybetî yê ciwanan e! Wek Tevgera Ciwanên Şoreşger, em bang dikin ku vê şoreşê bi ruhê Kobaniyê hembêz bikin û li dora berxwedanê bibin yek! Divê her cih, her bajar, her welat bibe kelehek berxwedanê! Divê ciwanên Kurd li her deverê ku lê bin, derkevin kolanan û mafê xwe yê rewa yê çalakiyê bi kar bînin. Ev berxwedan têkoşînek jiyan û mirinê ye.”



