NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif bal kişand ser ku Şam pabendî agirbestê nabe û got, “Divê gel hişyar be û ji bo hemû rewşan amade be. Em bang li hêzên Kurdî dikin ku seferberiya giştî îlan bikin.”
Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif di posteke xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku Şam pabendî agirbesta ku îlan kiriye nabe. Foza Yusif got, “Li Şedadiyê û Eyn Îsayê şer û pevçûn berdewam dikin. Ji ber vê yekê, divê gelê me hişyar be û ji bo hemû rewşan amade be. Wekî din, ji ber ku Kurdên li Rojava bi gefa qirkirinê re rû bi rû ne, em bang li hêzên Kurdî dikin ku seferberiya giştî îlan bikin.”



