NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrîşên HTŞ û komên bi piştgiriya Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevdîtinên pêşerojê yên bi Şamê re daxuyaniyek da.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Ji 6’ê Çileyê ve li ser me şerek hat ferzkirin, gelek şehîd û birîndarên me çêbûn. Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”
Ebdî anî ziman ku “Ji bo gel were parastin û şerekî navxweyî çênebe me qebûl kir ji Dêrazorê û Reqayê ber bi Hesekê ve vekişin. Ji bo wê û ji rawestandina şer me peymanek qebûl kir. Piştî em ji Şamê vegerin em ê naveroka peymanê ji gelê xwe re şîrove bikin.”
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di dawiyê de got: “Em ê destkeftiyên gelê xwe û taybetmendiya herêma xwe biparêzin. Hêza me heye. Hewldanên me dewam bikin. Em ê têkoşîna xwe didomînin. Em bawer in em ê bi ser bikevin.”



