PARÎS – Piştî banga KCDK-E ya ji bo çalakiyên berdewam, Meclîsa Kurd û gel li Villiers-le-Bel a Fransayê daketin kolanan. Girseya ku li ber Navenda Civaka Demokratîk a Şehîd Evîn Goyî kom bû, bi pêşengiya endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Gare de Villiers-le-Bel ve meşiya.
Çalakiyek rûniştinê li ber îstasyona trênê hate lidarxistin û rê hate girtin. Piştre girseyê meşa xwe berdewam kir, gelek caran li ser rê li xalên qerebalix rê girtin û çalakiyên rûniştinê yên din lidar xistin. Kolanên Villiers-le-Bel bi dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Terorîst Colanî” deng vedan. Meş dîsa li ber Navenda Civaka Demokratîk bi dawî bû.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê, bi taybetî jî şehîdên Rojava, axaftin hatin kirin û xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.
‘Ciwanan Kolan Vala Nehiştin’
Ciwanên ku piştî meşê belav nebûn, bi al û pankarta “Rojava Biparêze” li dora Gare de Villiers-le-Bel çalakiyên xwe berdewam kirin. Ciwanên ku dixwestin bikevin qereqolê, rastî berxwedana polîsan hatin. Tevî hewldanên polîsan ên astengkirin, desteserkirina pankartê û êrîşê jî, ciwanan çalakiyên xwe berdewam kirin.
Ciwanên ku pankartên li ser rêyên trênê daliqandin, bi dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Ciwanên Fedaiyen Rêber APO ne” bala xelkê kişandin. Piştî ku trên çû, ciwanan her çar rêyên kolana qerebalix a li ber îstasyonê girtin û bi dirûşmeyan çalakiya xwe berdewam kirin.
Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.



