NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl dane ku ber bi gundê Seyda yê li gundewarê bajarê Eyn Îsa yê li Kantona Firatê ve pêşve biçin. Piştî destwerdana şervanên QSD’ê, hate gotin ku gule li wan hatiye reşandin û ew neçar mane ku paşve vekişin.
Di heman demê de, hat hînbûn ku şerên di navbera QSD û YPJ û komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî de li gundên derdora bajarê Reqayê berdewam dikin. Li gorî agahiyan, şer li deverên ku bi qasî 20 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr in, berdewam dike.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên QSD û YPJ’ê li navenda bajarê Reqqayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonên serkeftî pêk anîne. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku operasyon bi armanca paqijkirina tevahî ya bajêr û bêbandorkirina şaneyên girêdayî DAIŞ’ê berdewam dikin.



