NAVENDA NÛÇEYAN- Mazlum Ebdî derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî.
Ebdî bibîr xist ku ji 6’ê Çileyê ve, êrîşên sîstematîk li dijî taxên Kurdan ên li Helebê dest pê kirine û heta deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên weke Tebqa, gundewarê başûrê Reqqayê û Dêra Zorê dirêj bûne.
Mazlum Ebdî got ku tevlî hemû hewldanên wan ên ji bo rawestandina aloziyê û aramkirina rewşê jî, êrîş berdewam dikin û da zanîn ku hewldanên wan ên ji bo aramîkirina rewşê didomin.
Ebdî got: “Em ji gelê xwe re radigihînin ku hewldanên me yên ji bo aramkirin û agirbestê, bi alîkariya aliyên navneteweyî, berdewam in. Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî wêrekî li dora zarokên xwe, şervanên me bicivin û di baweriya xwe de bi israr bimînin.”



