KOBANÊ – Şehîd Mesûd Îbrahîm (Behdînan Kobanê), ji gundê Ziravik ê girêdayî Kobanê, yek ji 6 endamên tevgera ciwanan ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk ya di 25’ê Berfanbarê 2021’ê de şehîd bûn. Şehîd Mesûd bi giranî birîndar bû, û di 1’ê Çileyê 2022’ê de li nexweşxaneya Minbicê ku lê hat dermankirin, gihişt asta şehadetê.
Malbat û hevalên şehîd Mesûd, ji bo zindîkirina bîranîna wê, qala jiyana wî ya welatparêz û kesayeta wî ya fedakar kirin.
Xwîşka wî Nisrîn Îbrahîm, wiha behsa şehîd Mesûd kir:
Hîn temenê wî heft salî bû, kar dikir, me dişand Kobanê, diçû û dihat, li gund jî bi tenê diçû ber pez. Dema ku mezin bû jî, ji karê rêxistinê pir hez dikir.
Dema 2014 çete erîşê me kir, ew û şeş hevalên xwe di gund de man. Pir caran me digot, ew bi tank û çekên wan ên mezin êrîşê me dikin, me digot tiştek di destê me de tune. Digot tiştek nabe, heya deqayê dawî ji gund derneket. Piştî wê hat gund, çete gihiştin nêzi gundê Girdê. Yanî, heta bi motorê xwe ew û 6 hevalên xwe ve diçû wê derê. Me jê re digot, hûn 6 kes in, hûnê çawa êrîşê wan bikin? Digot ez mustahîl ji gund derkevim. Piştî wê em çûn ber xetê, em koçber bûn. Dema em vegeriyan, min jê re got “Yadê ne sax e, dixwaze te bibîne, me ew îqna kir û hat.
Piştî ku em vegeriyan dîsa cihê xwe di nav Ciwanên Şoreşger ê Sirînê de girt. Ew û hevalê Aldar. Piştî wê eskeriya wî hat, yê Erkê Xwe Parastinê. Salekî û du mehan li wir ma. Piştî wê derbasî Desteya Ciwan û Werzîşê. Belkî sal û nîvek kar kir, derbasî karê ciwanan ê Kobanê bû.
Waxtê xwe giştî da ciwanan. Pir caran zarokên xwe nedidît. Çi çêdibû, tu carî bi teredût nebû. Ji hevaltî pir hez dikir, li mal pir hêja bû. Xwarinekî danî, bê me nedixwar. Pir cesaretê xwe hebû. Carek hat mal, got “Yadê, bizanibe çete avêtin me, lê hedef negirtin.” Dema dewleta Tirk a dagirker heval Hecî şehîd xistin, destpê kê ew cenazeyê wî rakir. Dikarîbû rihê xwe ber hevalê xwe feda kiriba. Tu carî teredût nebû, ji karê xwe hez dikir. Waxtê xwe hemû da ciwanan. Ji karê ciwanan pir hez dikir, ku derê lazim bû biçe, nedigot na. Nedigot zarokên min ên biçûk hene, hevjîna min heye. Ji keçên xwe pir hez dikir. Dema ku sibê diçû, digot destê kî li Hêvî bibe, înşallah qut bibe. Başiyên wî pir bûn. Di milê hevaltî de, di milê mal de, qet neditirsiya, tu carî, ji hevalan pir hez dikir. Waxtê xwe hemû dabû karê xwe. Digot, emê çawa vir rizgar bikin, çawa şehîdan ji Semalka derbas bikin. Hevalên ciwan çûn, meşekî çêkirin, gotin emê cenaze bistînin. Kevirê yekemîn ku hat avêtin yê wî bû.
Posmamê wî Hecî Îbrahîm, wiha behsa şehîd Mesûd kir:
Hevalê Mesûd li gundê Ziravikê di salê 1992’an ji dayik bû. Hevalekî dilxwazê gelê xwe bû, dilxwazê gundê xwe bû, dilxwazê hevalên xwe bû. Ji hevalên xwe hez dikir, ji derdorê xwe hez dikir, ji cîranên xwe, ji gundê xwe, ji welatê xwe hez dikir. Mijî û fikir û felsefeya xwe mezin bû. Bi hevalên xwe re heval bû. Te jê re digot “Em bi hev re biçin cihekî”, nedigot na. Dirust bû, tu carî dev ji hevalên xwe bernedida.
Bi hevalên xwe re qenc bû, baş bû. Hemû gund û hevalên wî jê razî bû. Însanekî xêrxwaz bû, dil vekirî bû. Te çi jê re bigota, nedigot na. Ku derê diçû, rûyê wî her vekirî bû. Bi her kesî re yek bû. Gel pir jê hez dikir. Fedakar bû.
Di sala 2014 DAIŞ êrîşî li ser me kir. Hemû derdorê me dorpêç kirin. Li vê derê heval Mesûd bi hevalên xwe re radibû. Hevalên xwe kom kir û got “emê pêşiya çeteyan bigirin”. Diçûn nobedarî dikirin, nedihat mal. Me pirs dikir ku derê çû, digot “Ez diçim pêşiya dijmin disekinim. Dijmin êrışê me dike, nabe ku em li mal bin. Divê em miletê xwe rêxistin bikin, rêxistina xwe pêş bixin, ji bo dijmin nekeve erdê me û dagir neke”, fireh difikiriya. Min pir caran pirsa wî dikir, digotin heval Mesûd ne li mal e, çû pêşiya dijmin parastina milet bike. Ji rêxistinê hez dikir. Pir rojên bi şevê venedigeriya, dima. 2015, dema DAIŞ êrîşî me kir, em derbasî Kobane bûn, em çûn ber xetê. Wê derê heval Mesûd dîsa tevlî parastinê bû, bi hevalên xwe re diçû Kobanê û dihat. Tevî ku dijmin êrîşî Kobanê dikir, dijmin di Kobanê de bû, hevalê Mesûd derbasî sînor nebû, li vir ma. Me jê re digot, “Tu çima ma?”, digot “Ez hevalên xwe bernadim”. Heta diçû Kobanê û ji hevalên xwe re grad danî, xwarin danî, vexwarin danî, çi bi serma, çi bi baran. Tevî ku gelê me pir derbasî sînor bû, ew neçû, heya rewşa dawiyê. Rewşa dawî ew derbasî gund bû, li wir DAIŞ hat şkenandin. Ew jî dema DAIŞ ji Kobanê derket, got ezê parastina gundê xwe bikim. Ew yek ji kesên yekemîn ku hat gund, dema DAIŞ hîn di gund de bû. Me jê re pirsî, “çi li gund heye?”, got “tiştek tune, yên ku dixwazin werin, werin gundê xwe, werin mala xwe. Ji DAIŞ’ê netirsin. Emê li pêşiya wan bisekinin.” Got, “emê DAIŞ ji gund derxin”. Parastina gund kir û agahiyên gund dida me. Aqilê wî fireh bû, dixwest gelê xwe pêş bixe, hevalên xwe tevlî rêxistinê bike.
2015 hevalê Mesûd zewicî. Hevjîna xwe û mala xwe hebû. Tevî wê, di sala 2016 tevlî karê ciwanan bû, bi roj, bi şev bi wan re bû. Mala xwe terikand, bavê xwe, dayika xwe, xwîşk û birayên xwe terikand û diçû karê ciwanan dikir. 2, 3 zarokên xwe jî çêbûn, zarokên xwe jî dihişt û karê ciwanan dikir. 3 roj, 5 roj, venedigeriya. Diçû Qamişlo, diçû Heseke, diçû Reqa, heval dibirin, venedigeriya mala xwe. Me jê re pirsî “Tu li ku derê bû?”, digot “Ez kar dikim, nikarim her tiştî bêjim”, digot “çi ji min were xwestin ezê bikim heta dawiyê”. Bi salan di nava karê ciwanan de ma.
Rojekî çûn navendekî xwe li bajêr, ciwanan kom bûn û êrîşekî hewayî li ser wan hat. Di wir de 5 hevalên xwe şehîd bûn, hevalê Mesûd jî birîndar bû. Me bawer nedikir ku heval Mesûd gihişt astekî giran. Em çûn nexweşxaneya Kobanê, ji wir wî birin nexweşxaneya Minbicê. Piştî 7 rojan li wir heval Mesûd gihişt asta şehadetê.
Melîke Îbrahîm, wiha behsa şehîd Mesûd kir:
Mesûd pir jîhatî bû. Dema zarok bû ji dibistanê hez nedikir, lê pir jîhatî bû. Her bi bavê xwe digeriya, herî zêde bi bavê xwe girêdayî bû. Ji xwişk û birayên xwe pir hez dikir. Digot bila kes neêşe, bila ez şûna wan biêşim.
Dema xort bû, tevlî hevalan bû. Diçû di nav hevalan, diçû parastinê. Tevlî hevalan bû, diçû nobed digirt. Hevalekî hebû, heval Ehmed bû, digot, çima ez, ku gerîla me, her derê ku diçim dizanim çawa xwe xilas bikim, çima ez ku derê diçim tu her li pey min î? Digot na. Hîn temenê xwe 17 salî bû, xwe ji hevalan qut nedikir, pey wan diçû, diçû mewziyan, diçû deran, bi hevalan re bû.
Dema em kê koçber bûban, êrîş gihişt nêzî gund, em hemû ji gund derketin, ew di gund de ma. Got ez dev ji gundê xwe bernadim. Ew û çend hevalên xwe li vê derê man. Hinek hevalên ku pê re bûn, hinek şehîd bûn, weke hevalê Azad, hevalekî din şehîd bû, ew jî yê gundê me. Li vê derê şehîd bû. Me bi zorê şehîd Mesûd ji gund derxist. Piştî wê em çûn ber xetê, ew got ez narim. Heta ku em li ber xetê bûn, kîjan heval şehîd bû, dema DAIŞ di Kobanê de bû, kes nikarîbû biçe goristana şehîdan, ew diçû, hevalên xwe vedişart, merasîma wan çêdikir û vedigeriya. Xwe jê qut nekir.
Piştî ku em ji koçberî vegeriyan, dîsa bi hevalan re bû. Dîsa karê xwe neterikand. Çû tevlî karê ciwanan li Sirînê heya salekî, du sal, piştî wê çû eskeriya xwe kir. Çû salekî eskeriya xwe kir, dîsa vegeriya karê ciwanan. Tevî zarokên xwe hebû, mala xwe terikand. Digot ez karê xwe naterikînim, ez şehîd jî bikevim, ez jî mîna hevalên xwe me. Hevalan dibir deriyê Semalka, dibirin milê rojava.
Bi malbatê xwe tu carî texsîr nedikir, tim bi birayên xwe girêdayî bû. Eger yekî birîn dibû, digot bila yê min birîn bibe, bila yê hevalê min birîn nebe. Gund giştî jê hez dikirin, ji hevalên xwe pir hez dikir.
Îdrîs Ebû Hesen, hevalê şehîd Mesûd wisa axivî:
Şehîd Mesûd di gundekî şoreşgerî de rabû, di gundekî şehîdan de. Ji şehîdên şoreşger bandor bû û tevlî karê rêxistinê bû. Dema zarok bû, ji kurdbûna xwe, ji welatê xwe hez dikir. Dema di nav ciwanan de kar dikir, min digot Şehîd Mesûd, ev karê te ne zehmet e? Digot li ber çavên min naxewne. Gavê ku ez şehîdê rêxistinê dibînim, tiştekî din nayê bîra min, ne mal, ne zarok, ne gund, ez ê li ser şopa wan bimeşim.
Însanekî welatparêz bû, şopdarê Serokatî bû, bi şehîdên xwe bandor bû. Dema kar jê dihat xwestin, tu car nedigot na. Di karê xwe de jîhatî bû. Ne sibê, ne êvarê, nedisekiniya. Dema zarok bû, wê demê hîn Ronahî TV tunebû, rojnameyê Dengê Kurdistanê belav dikir.
2014 dema DAIŞ’ê ket Kobanê ew ji Kobanê derneket. Me jê re got em biçin, DAIŞ tê, ew got ez ji axa xwe bernadim.
Însanekî welatparêz bû. Eger karê hevalan hebûba, dikarîbû 3 rojan, 4 rojan derve mal be, nediwestiya. Pir caran dihat ba me rûnişt. Me şorên rêxistinê kir, axaftinên Serok me dikir, me pirtûkên Serok dixwend. Xwendina xwe zayif bû, ji min re digot, Îdrîs, ji min re bixwîne, Serok çi dibêje. Min jê re dixwend, ji fikirê Serok hez dikir, dixwest jê fêm bike.
Şehîd Mesûd bi ciwanan erebe dajot, ne tenê erebe dajot, her kar dikir. Eger meşekî ciwanan hebû, hemû xortên Kobanê kom dikir, digot emê îro bimeşin. Diçû Heseke, diçû Qamişlo, diçû Amûdê, dihat xort kom dikir. Carekî min jê re got, şehîd Mesûd tu li deriyê Semalka çi digerî? Got, çi ji me were xwestin, em herin her der derê. Em însanên welatparêz in, ku derê li her 4 parçeyên Kurdistanê heval bixwazin, ezê herim. Her derê welatê me ye. Tiştên ku behs dikir, weke ku 20 salan di nava rêxistinê de bû. Fikirê xwe ji emrê xwe mezintir bû. Gotinên Serok, gotinên şehîd Mazlûm Dogan û şehîd Egîd danî ziman. Her tim fikirê xwe li ser rêxistina xwe bû.



