WAN – Piştî xwepêşandanên ciwanan li Wanê yên li dijî çalakiyên piştgiriya Rojava, di saetên serê sibê de serdegirtin li gelek malan hat kirin. Li gorî agahiyan, herî kêm 16 kes, di nav de endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Dem jî hene, hatin binçavkirin.



