WAN- Li taxa Xaçortê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê, Jinên Ciwan ên Welatparêz êrîşên komkujiyê yên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Helebê protesto kirin. Her wiha Yekîneyên Şehîd Demhat Setkar ên li Bayirlîka Xaçortê jî li dijî êrîşên li ser Helebê xwepêşandanek li dar xistin.
Jinên ciwan li taxê kom bûn, posterê Rêber Apo daliqandin, agir pêxistin û rê li trafîkê girtin. Di tevahiya xwepêşandanê de, jinên ciwan bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan çalakiyên xwe berdewam kirin.
Çalakiyên Jinên Ciwan ên Welatparêz berdewam dikin.



