EDENE- Li navçeya Seyhan a Edeneyê, li taxa Barbarosê, ji aliyê Saziyên Demokratîk ve meşek girseyî û daxuyaniyek ji bo protestokirina êrîşên komkujiyê yên ku ji aliyê HTŞ û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirin, hat lidarxistin. Gelek ciwan û gel beşdarî meşê bûn.
Di meşê de, çalakvanan bi dirûşme û daxuyaniyekê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku li Helebê bi çalakiyên fedaî gihîştin şehadetê: Şehîd Hawar, Şehîd Dilbirîn, Şehîd Faraşîn, Şehîd Denîz û Şehîd Rojbîn bi bîr anîn.
Meş li Kolana Çarşamba Pazarı ya li Taxa Barbarosê dest pê kir û ber bi Taxa Hurriyet ve berdewam kir. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Ciwan Fedaiyeyen Rêber Apo ne” û “Bijî Rêber Apo” hatin qêrîn.
Piştî daxuyaniyê, meş bi çalakiyên li kolanan, bi pêşengiya ciwanan, berdewam dike.



