NAVENDA NÛÇEYAN – Ji birîndarên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ku şevê din ji Helebê anîbûn Herêma Rêveberiya Xweser, 46 kes anîn Reqayê.
Birîndarên ku veguhestin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Kendal û Nexweşxaneya Reqayê, niha tên dermankirin.
25 welatiyên birîndar ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî veguhestibûn nexweşxaneyên li bajarê Hesekê.
Çav lir ê ye ku di saetên pêş de birîndarên din jî bigihîjinin herêmê.
Ji 6 heta 10’ê Çileyê (2026), çeteyên hikûmeta demkî ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin, êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helelebê ku piraniya şêniyên wan Kurd in kiribûn. Çeteyan bi her cure çekên girin, tang, top û balafiran êrişên hovane pêk anîbûn û di encamê de bi dehan kes şehîd bûn, bi sedan jî birîndar bûn.



