KOBANÊ – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz li bajarê Kobanê ji bo xwedî derketina li berxwedana taxê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşekî girseyî li darxist. Bi hezaran xwendekarên zanîngehê helwestê xwe beramberî teslîmbûnê li ber çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê û dewleta Tirk nîşan dan.
Meş li ber avahiya Zanîngeha Kobanê ya bajar destpêkir. Xwendekar bi hêrs sloganên “Berxwedan Jiyan e”, “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd”, “Bijî Berxwedana Eşrefiyê” û “Şehîd Namirin” berz kirin û navên şehîdên fedayî bi yek dengî anîn ser ziman.
Li Qada Jina Azad li ser navê Meclîsa Xwendekaran a Zanîngeha Kobanê daxuyaniyekî hat dayîn. Xwendekaran berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin û bêdengiya hêzên navnetewî li hemberî komkûjiyên ku ji aliyê hikûmeta Şamê tên kirin şermezar kirin. Her wiha, diyar kirin ku ewê her piştgiriya berxwedana gel bikin.
Xwendekara Zanîngehê Şêrîn Mihemed ji ajansa me re diyar kir ku êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê encamê lihevkirinekî navnetewî ne û ku QSD wê heya dawî ji bo îradeya azad a gelê Sûriyê tekoşîn bike.



