NAVENDA NÛÇEYAN- Li Halebê Çalakiyên Fedaî
Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd li ser şopa fedaiyên wekî Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û bi dehan fedaiyên ku li dijî paşverûtiya çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û El Kaîdeyê çalakiyên fedaî kirine, îro dîsa li dijî çeteyên desthilata Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku dixwazin îrada wan ya azad teslîm bigirin, carekî din bi çalakiyên canbaxşane bersiv didin.
Li gorî agahiyên ji qada şer tên her şervanekî hêza ewlekariya Şêx Meqsûd bi şêwazê fedaîyane diçin ser çeteyan û derbeyên giran li çeteyan didin.
Navê çend cangoriyên ku çalakiyên fedaî kirine ev in:
Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn



