REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li parêzgeha Reqayê îro, 9’ê Çile, tevlîbûna xwe ya tevgera seferberiya giştî ji bo hevgirtina bi niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re ragihand, û tekezî li ser helwesteke yekgirtî li dijî dorpêçkirin û binpêkirinên ku sivîlên li wir rastî wan tên kir.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ev helwest ji erkê wê yê exlaqî û neteweyî derdikeve holê ku li kêleka kesên di bin dorpêçê de raweste û piştgiriyê bide berxwedana wan a li hember zext û êşên mirovî, û tekez kir ku ev yek jiyana niştecihên Şêx Meqsûd û rûmeta hemû gelên bakur û rojhilatê Sûriyê binpê nake.



