HAMBURG – Li bajarê Hamburg ê Almanya, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşên hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê protesto kirin û ji bo Rojava banga seferberiyê kirin.
Endamên ciwan ên TCŞ êrîşên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê bi daxuyaniyek çapemeniyê li Hamburg Sternschanze Bahnhof protesto kirin. Daxuyaniya ku bi kêliyek rêz girtin ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir, pir caran bi dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rêber Apo” û “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiye” hate berz kirin.



