AMED – Li dijî êrişên li ser Helebê, bi beşdariya bi hezaran kesan meşek hat lidarxistin. Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got ku heya êriş rawestin û komên çete vekişin dê li kolanan li ber xwe bidin.
Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê yên Helebê didomin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Helebê bersiv didin êrişên çeteyan. Heta niha di êrişên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê de 8 kes jiyana xwe ji dest da. Li dijî êrişên çeteyên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê Plarforma Saziyên Dekmokratîk li Amedê meşeke girseyî li dar xist. Girse li Parka Koşuyoluyê heta AZC’ê Plazayê ya li Semta Ofîsê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derkatina mirovahiyê ye” hat vekirin. Hevserokên giştî yên DBPê, Hevşaredarên Amedê, parlamenterên DEM Partiyê yên hêrêmê, endam û nûnerên saziyên civakî, Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyên Amedê û gelek welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.
Dema ku girsê hat li pêşiya Plazaya AZC Plazayê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de axivî.
Piştî axaftinan ciwanan fîşekên hewayî teqandin u xwepêşandan bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bu.



