HELEB – Li Helebê, komên girêdayî HTŞ’ê êrîşên dijwar li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin, sivîlan hedef digirin.
Hêzên ewlehiya hundirîn yên Helebê ji bo parastina gel bersiva êrîşan didin û pêşveçûna koman paşve dixin. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku êrîş dijwar in û tedbîrên ji bo misogerkirina ewlehiya sivîlan hatine zêdekirin.
Rayedar tekez dikin ku ew ê helwesta xwe ya tund li dijî van êrîşên komên terorîst biparêzin. Hêzên ewlehiyê yên li Helebê ji bo parastina gel di hişyariya bilind de ne.



