HELEB- Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, tevî êrîşan jî, gel li ber xwe dide û red dike ku kolanan biterikîne. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, çeteyan li Helebê derbeyên giran xwarine. Gel taxên xwe diparêze û bi govendên gelêrî moral û motîvasyona xwe bilind diparêze.



