ŞIRNEX- Li navçeya Cîzre ya Şirnexê, polîsan êrîşî meşekê kirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto dikir, herî kêm 3 ciwan hat binçavkirin, û gef li rojnamevanan xwarin.
Li taxa Yafes a navçeya Cîzre ya Şirnexê, ciwanan êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên ku piraniya niştecihên wê Kurd in, û her weha taxa Benî Zêyd a ku Suryanî lê dijîn, protesto kirin.
MA



