MARIGNANE – Li Marignane, herêmeke nêzîkî Marsîlya ya Fransayê, endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo protestokirina êrîşên li ser Helebê meşek li dar xistin.
Gelê Kurd ku meşa xwe li Meydana Marignane dest pê kir, heta xaçerêya şaredariya Marignane meşiyan û li wir civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana QSD” û “Liberté pour Ocalan” hatin berzkirin. Di xwepêşandanê de alên YPG û YPJ hatin bilindkirin.
Di dawiya meşê de, ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de, ciwanan li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk divê êrîşên li dijî gelê Kurd rawestin û berxwedana taxa Şexmeqsûd a li Marignane silav kirin û diyar kirin ku serkeftin dê ya ciwanên berxwedêr ên Şexmeqsûd be.
NC // Cîger Goyî



