QAMİŞLO – Îro li bajarê Qamişloyê, li navçeya Erbewiyê, li navenda PYD’yê civîna salane ya jinên ciwan hat lidarxistin. Civîn ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Piştî wê, li ser karên ku di sala borî de hatine kirin, pêşandana sinevizyonê hate pêşkêşkirin. Di civînê de nivîseke ku tê de têkoşîna jinan li dijî zihniyeta mêran a desthilatdar hate xwendin. Her weha, li ser rewşa siyasî ya taybet hate rawestandin.
Beşdarên civînê destnîşan kirin ku pêdivî ye jin bi îrade û hêza xwe rabin ser pê, û gotin ku di avakirina jiyaneke azad de jin rola pêşeng dileyzin. Di axaftinan de hate gotin ku ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê, xwedîzanîn û xwe-rêzgirtin şertên bingehîn in.
Di dawiyê de, silav û peyamên Rêber APO yên ji bo jinan hatin parvekirin. Civîn bi bangên xurtkirina têkoşîna jinan bi dawî bû.



