NAVENEDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), rêxistina sîwanî ya ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ragihand ku ew ê di 24ê Çileya 2026an de “Konferansa Ji Nû Ve Avakirinê” li dar bixe.
TCŞ, ku ji sala 2018an vir ve di gelek warên wekî perwerde, çand, werzîş û rêxistinê de ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn xalek girîng e, dê di 24ê Çileyê de li Parîsa paytexta Fransayê bi beşdariya endamên xwe yên ji welatên cuda yên Ewropayê “Konferansa Ji Nû Ve Avakirinê” li dar bixe.
Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabên medyaya dîjîtal a wan hatiye weşandin, Koordînasyona TCŞ tekez kir ku konferansa wan a pêşerojê dê li ser bingeha dirûşmeya Rêber APO, “Xwe birêxistin bikin, rêxistin bikin” be û girîngiya beşdarbûnê ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn destnîşan kir.
Daxuyanî wiha domand: “Banga me ji bo hemî kesên ku baweriya xwe bi paradîgmaya Rêber Apo tînin, bi taybetî ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn e, ku beşdarî pîrozbahiyên serketinê yên li dora agirê me yê şoreşger ê mezin dibe bibin, xwe birêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin û Rêberê xwe azad bikin û bi tevahî dawî li dagikerî û talankirinê bînin. Di vê çarçoveyê de, em we vedixwînin ku soza xwe ya serketinê nû bikin û biryardariya xwe di Konferansa Ji Nû Ve Avakirina TCŞ de li Parîsê, paytexta Fransayê, di 24ê Çile de xurt bikin.”
Konferans;
Dîrok: 24.01.2026
Seat: 12.00
Cih: 50 Rue Sacco et Vanzetti 93700 Drancy / Paris
Ji bo tekilî;
Mail: [email protected]
Instagram: tcs.koordinasyon



