TEBQA – Îro, Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kantona Tebqayê civîna xwe ya salane ya 2025’an bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e” lidar xistin.
Endamên tevgerên ciwanan, Yekîtiya Jinên Ciwan û Kombûna jinên Zenpbiya ya Kantona Tebqayê beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre perspektîfên Rêber Apo ji ciwanan re hatin xwendin û sinevizyonek li ser çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên 2025’an hate pêşkêşkirin.
Piştre, rewşa siyasî û rêxistinî hate nîqaşkirin, pirsgirêk û çareserî ji bo ciwanan li herêmê hatin pêşkêşkirin. Civîn bi tekez kirina rola ciwanan di bilindkirina têkoşîna wan û xurtkirina hewildanên wan ji bo avakirina nifşekî ciwanan a hişmend û rêxistinkirî de bi dawî bû.



