HESEKÊ – Îro, li bajarê Hesekê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan, maçek futbolê ya watedar hate lidarxistin. Armanca çalakiyê zêdekirina eleqeya ji bo werzîşê û xurtkirina hevgirtina civakî bû.
Berî maçê, Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek weşand û şehîdên Kobanî bi bîr anî. Şam Ehmed di daxuyaniyê de axivî û pabendbûna xwe ya bi şehîdan re anî ziman û tekez kir ku têkoşîna wan dê berdewam bike.
Piştî daxuyaniyê, beşdaran bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” gotin û soz dan ku bîranîna şehîdan zindî bihêlin.
Piştre maça futbolê dest pê kir û beşdaran kêfa xwe kirin.



