KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê, ji bo silavkirina peyama Rêber Apo ya bi sernavê “Ez bawer im ciwanan bi rola pêşengtiyê rabin”, bi konvoyekî erebeyan berê xwe dan gundê Elpelûrê, ya ku Rêber Apo di sala 1979’an de tê de bi cih bû. Peyama Rêber Apo duh di panelê bi sernavê “Di civaka sosyalîst de rola ciwanan” ya li Stenbolê hat xwendin.
Bi dehan erebeyan li Qada Jina Azad kom bûn, û bi alên Rêber Apo û dirûşmeyan berê xwe dan gundê Elpelûrê. Ciwanan ji destpêka gund heya mala Rêber Apo meşiyan û sloganan berz kirin.
Ciwanan li pêşiya mala Rêber Apo sekinîn û beriya ku dest bi daxuyaniya xwe bikin, deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê rawestiyan.
Piştî wê, berdevkê Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Şevger Kobanê nameya Rêber Apo ya bi sernavê “Ez bawer im ciwanan bi rola pêşengtiyê rabin” xwend.
Di dawiyê de, Şevger da diyar kirin ku hemû peyamên Rêber Apo ji wan re talîmat in, û ewê tekoşîna xwe ya azadiyê li gorî wê bilind bikin.


