DÊRA ZOR – Yekîtîya Jinên Ciwan li Kantona Dêra Zorê ji bo bîranîna şehîdên Ciwanên Şoreşger ên ku li Kantona Kobanê şehîd bûn bi çalakiyek bîranînê li dar xistin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Nûr Elî, rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftinek kir. Wê bal kişand ser wateya fedakarî û têkoşîna ku şehîd di rêwîtiya wan a şoreşgerî de temsîl dikin. Piştre mûm wekî sembola dilsoziya bi xwîna şehîdan re hatin vêxistin, piştre jî sinevizyonek li ser jiyana wan hate pêşkêşkirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd!” bi dawî bû.



