NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ragihand ku komên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê tang û çekên giran anîn derdore taxa Şêx Meqsûd a Helebê.
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê vê êvarê êrişî xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxerêya El Şîhan a li taxa Şêx Meqsûd kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên hikûmetê berpiryarê her rewşeke aloz in.



