NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina QSDˊê nasnameyên 8 şervanên ku di bersivdana êrişên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, di dem û cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbûn aşkera kirin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 8 şervanên QSDˊê di bersivdana êrişên hikumeta demkî de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Em Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameyên 8 şervanên xwe ku di bersivdana êrişên komên Şamê de di dem û cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbûn de radigihînin.
Fedakariyên van şehîdan ruhê berxwedanê yê rastîn nîşan dide. Şehîd hilgirên ala rûmetê û hebûnê bûn, di oxira parastina gel û destkeftiyên wî de canê xwe da. Berxwedana wan a lehengane pabendbûna wan bi dozên azadî û edaletê nîşan dide û hêviya avakirina siberojeke baştir ji bo tevahan di bin ewlehî û aştiyê de xurt dike.
Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan û diyar dikin ku em ê li ser rêça wan bin û berxwedana wan heta pêkanîna hêviyên gelê xwe bidomînin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Diyar Ereb
Nav û paşnav: Amir El Hîlal El Hac
Navê dayikê: Neîme
Navê bav: Xemîs
Cihê jidayikbûnê: Cib Hemed El Şelal
Cih û dîroka şehadetê: Zirgan-22ˊyê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Ferat Mamît
Nav û paşnav: Hemade Mihemed Hacî Xelîl
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-18ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Mîtan Welat
Nav û paşnav: Hesen Hacî
Navê dayikê: Roza
Navê bav: Mihemed Emîn
Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-18ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Mazlûm Girkê Legê
Nav û paşnav: Alan Omer
Navê dayikê: Xalîse
Navê bav: Mihemed Emîn
Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê
Cih û dîroka şehadetê: Til Koçer-20ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Qehreman Xelîl
Nav û paşnav: Azad Xelîl
Navê dayikê: Asya
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa-18ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Armanc Dirbêsiyê
Nav û paşnav: Armanc El Ebas
Navê dayikê: Zahîde
Navê bav: Ebdulezîz
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-18ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Harûn Eqreb
Nav û paşnav: Ehmed Mistefa
Navê dayikê: Xalîse
Navê bav: Xelîl
Cihê jidayikbûnê: Biloriyan
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-20ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Mehmûd Hec Xelîl
Nav û paşnav: Mehmûd Hec Xelîl
Navê dayikê: Medîne
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Eyn Îsa
Cih û dîroka şehadetê: Çelebiyê-28ˊê Çileya 2026ˊan.”


