Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Hebûna kurdan wekî tunebûna xwe dibînin

"Heta rejîma Erdogan-Bahçelî têkneçe pêşketinek erênî ji bo gelê kurd ne mimkûn e. Ev ne tenê ji bo Bakur, ji bo Başûr, Rojava heta li Rojhilat derbasdar e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/06/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
ANALÎZ – Hebûna kurdan wekî tunebûna xwe dibînin
ParvekeTweet

“Pêşketinên li Rojhilata Navîn bi hemû lez û beza xwe didomin. Em dikarin bêjin ku ev çend mehên havînê dê di astek xeternak de derbas bibin. Bêguman pirsgirêkên herêmek wekî Rojhilata Navîn wisa di çend mehan de çareser nabin. Ji xwe kes li benda vê yekê nîne. Bes pêşketinên vê havînê dê li ser statûkoya dema pêş bandorek giring bikin. Bi vî alî ve em dikevin demek girîng. Polîtîkayên di vê demê de bên meşandin dê bandorek girîng li ser pêşerojê bikin.

Niha li herêmê hêzen statokûya heyî diparêzin û li ser piyan digirin Tirkiye û Îran in. Hêza li hemberî van statûkoyê dihejîne û dixwaze biguherîne ji gelê kurd e. Ji ber ku ev statûko li ser perçekirina axa Kurdistanê û tunebûna gelê kurd hatiye avakirin. Hêzên hegemon jî ji teşeya statûkoyê zêdetir li riyên parastina berjewendiyên xwe û pozîsyona xwe dinêrin. Di vê rewşa kaotik de ji bo hemû aliyan avantaj û dezavantaj hene.

Lê bi giştî em dikarin bêjin pozîsyona hêzên statûkoparêz xeternaktir e. Ji bo vê niha gelek êrîşkar tevdigerin. Li aliyekê bi hêzên hegemon re di nav dijberî, kefûleftê de ne û li aliyê din bi derdorên azadîxwaz ên herêmê re di nav şer de ne. Di maweya pêşiya me de îhtîmal heye ku êrîşên mezintir bikin. Ji xwe niha de nîşaneyên vê yekê hene.

Gavên îktîdara AKP-MHP’ê jî divê di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Îktîdar niha bi her alî ve tengijî ye. Du rê li pêşiyê hene. An dê bi Rusyayê re bimeşe û polîtîkaya xwe ya şer kûr bike an jî dê bi DYA û YE’yê re li hev bike û hind polîtîkayên xwe nerm bike. Tişta rejîma tirk dixwaze ew e ku kêm an jî zêde bi her du aliyan re jî bimeşe û bi hêza ji wan girtî dagirkeriya xwe kûr bike, statûkoyê biparêze. Ji bo vê hewil dide ku hind hizbên wekî PDK’ê jî bigire gel xwe.

Operasyona li dijî başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin vê daxwaza rejîma tirk radixe ber çavan. Rejîma tirk hebûna gelê kurd wekî tunebûna xwe dibîne. Ji bo wê çi ji destî tê dike û dê bike. Ligel qeyrana civakî, aborî û siyasî ya di nav de digevize jî dê heta dawiyê siyaseta tunekirina gelê kurd bimeşîne. Firset bibîne teqez e ku dê serî li tevkujî û komkujiyên nû bide. Divê ev wisa bê zanîn û hemû hêzên kurd û gelê kurd li gorî vê helwest bigire, polîtîka bimeşîne.

Niha li hemberî hesabên tunekirinê ya rejîma tirk du astengên girîng hene. A yekemîn bêguman têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê ye. Jixwe tişta rejîma tirk anî asta têkçûnê jî ev têkoşîn e. A duyemîn jî berjewendiyên dijberî hev ên hêzên hegemonîk in. Rejîma tirk ji bo tunekirina gelê kurd demek dirêj ji statûko û hevsengiya dema şerê sar fayde girt. Bi têkçûna vê pergalê niha panik bûye û dixwaze her tişt wekî berê bidome. Hewla wê ji bo vê ye.

Lê gelek zelal e ku êdî nikare vê hevsengê wekî berê bikar bîne. Aliyek tengijîna wê ya niha jî ji ber vê yekê ye. Di çend mehên pêşiya me de neçare tercîhek bike. Hêzên hegemonîk rejîma tirk bi tercîhekê re rû bi rû hiştin. Li gorî vê tercîhê ji dê di mijarên hundirîn û derveyî de rewşên nû derkevin holê. Ev rewş dê ji bo gelê kurd û derdorên demokratik ên Tirkiyeyê gelek avantajan bi xwe re bîne.

Siyaseta kurd û gelê kurd divê pêvajoya pêşiya me baş bixwîne û li gorî wê gavan bavêje. Ev serdem çawa gelek avantajan raber dike wisa talûkeyên mezin jî bi xwe re tîne. Xetayek biçûk jî dikare bibe sedema windakirina destkeftiyan û an jî hewildanek biçûk jî dikare bi xwe re destkeftiyên mezin bîne. Mifteya vê yekê jî pêşxistina yekitiya neteweyî ye. Rejîma tirk bi operasyona dagirkirina Başûr hewil dide ku vê yekitiyê ji binî ve dînamît bike. Ku di vir de serbikeve, dê gelê kurd ziyanek mezin bibîne.

Mixabin heta niha helwesta PDK’ê ya li hemberî dagirkeriyê gelek bêyûm xuya dike. Ku rejîma tirk bikaribe YNK’ê jî bike perçeyek vê politikaya xwe û dagirkirina Başûr bidomîne neteweya kurd dê zirarek mezin bibîne. Daxuyaniyên PDK’ê û rewşa li qadê xuya dike, hevgirî û piştgiriya wan a bi rejîma tirk re heye. Ev politikaya PDK’ê neguhere, di demek ku gelê kurd zêdetir bibe yek û mafên xwe bistîne de, dê kurdan berde qirka hev û destkeftiyên heyîn jî bide windakirin.

Bi vê boneyê niha krîtera herî esasî ya welatparêziyê ew e ku herkes li dijî hevgiriya PDK a bi rejîma tirk re derkeve, rexne bike û destûr nede vê bêyûmiyê. Rejîma tirk niha li Başûr, Rojava û Bakur êrîşi gelê kurd û destkeftiyan dike. Hevkariya PDK’ê ya bi rejîma tirk re di heman demê de tê wateya şerê li hemberî kurdan. Ji bo vê divê her kurdek PDK’ê hişyar bike û li dijî vê polîtîkayê dengê xwe bilind bike. Ev îro neyê kirin sibê em hemû dê dereng bimînin. Yekitî û hevdengiya gelê kurd tenê jî dikare dawiya rejîma tirk bîne û destkeftiyên nû derxe holê.

Her wiha li Bakur û Tirkiyeyê têkoşîn ji her demê girîngtir bûye. Hewildanek herî biçûk jî dikare bi xwe re destkeftiyên mezin bîne. Rejîma Erdogan-Bahçelî bi temamî riziyaye û mehkûmî têkçûnê ye. Divê destûr neyê dayîn xwe ji qeyranê xilas bike. Bi têkoşîna zindanan û helwesta gelê kurd a hilbijartina 31’ê adarê darbeyek mezin xwar. Ji bo vî darbeyî telafî bike hilbijartinên Stenbolê betal kirin. Niha firsetek din li pêşiya gelê kurd e. Ku Erdogan cardin di 23’yê hezîranê de têk biçe, êdî nikare pişta xwe rast bike. Ji bo vê divê her kurdek li Stenbolê dijî di 23’yê hezîranê de li dijî Erdogan-Bahçelî deng bide. Her kes divê xizmê xwe, nasê xwe ji bo vê hişyar bike. Divê tenê kurdek jî deng nede tifaqa AKP-MHP’ê.

Heta rejîma Erdogan-Bahçelî têkneçe pêşketinek erênî ji bo gelê kurd ne mimkûn e. Ev ne tenê ji bo Bakur, ji bo Başûr, Rojava heta li Rojhilat derbasdar e. Erdogan di 23’yê hezîranê de têk biçe, gelek avantajên nû de derkevin pêşiya gelê kurd. Îktîdara Erdogan an dê vê polîtîkaya şer biguhere an jî dê bi leztir ber bi têkçûnê ve biçe. Bi kurtasî demek xeternak, têr risk û têr avantaj li pêşiya gelê kurd e. Bi çalak, hişyarî u hîstiyarî nêzîk bibe, binirxîne dê destkeftiyên mezin bi dest bixe.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Tayîp Temel

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Ji Heqîqeta Hevpar a Gerdûnê re

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Şer û hevhatina qels: Idlib

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Şer û hevhatina qels: Idlib

ANALÎZ - Şer û hevhatina qels: Idlib

Gav bi gav bazartiya dagirkirinê

NIRXANDIN - Sendroma Xakûrkê…!

Manşet

  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.