QAMİŞLO – Îro li bajarê Qamişloyê, gelê Ereb diyar kirin ku ew bi biryardarî neteweya demokratîk û biratiya gelan diparêzin. Wan tekez kirin ku nîşandana bi zanebûn a pêvajoya heyî wekî “Şerê Ereb-Kurd” siyasetek qirêj a hêzên dijmin e.
Gelên Ereb destnîşan kirin ku gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî bi sedsalan li Qamîşlo û Hesekê bi hev re dijîn û diyar kirin ku gelên Kurd û Ereb bira ne, ne dijmin in.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êrîşên çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê û dewleta Tirk şerekî topyekûn li dijî Rêber APO û paradîgmaya neteweya demokratîk û azadiya xeta jin a ku wî pêşxistiye pêk tînin.
Gel tekez kir ku ev êrîş ne tenê li dijî herêmekê ne, lê di heman demê de li dijî îradeya gelan a jiyana bi hev re ne û peyama “Em ê vî şerî û van polîtîkayên şerê taybet têk bibin. Em ê neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana azad heta dawiyê biparêzin” dan.

