Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

Edîtor: Nucan Serdoz
03/12/2025 - 16:42
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 5 mins read
A A
HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyekê fermandara HPJ’ê Aryen Arê bi bîr anî ku di 3’ê Kanûna 2023’an de di encama êrişeke hewayî ya artêşa Tirk de li herêma Pênciwênê şehîd bû.

Daxuyanî bi bî rengî ye:

“Em salvegera duyemîn a şehadeta fermandar Aryen Arê û hevrêyê xwe Êrîş Berxwedan bi bîr tînin, di şexsê wan de jî tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên têkoşîna aşîtî û civaka demokratîk bi bîr tînin û bejna xwe bi minetdarî li beramber wan ditewînin. Em soz didin ku di xeta şehîdên xwe yên têkoşînê de, bibin şervan û fermandarên şerê gelê şoreşgerî, û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Ji ber şehîdên me temînata jiyana me ya azad in. Hemû hewldanên şehîdên me, di rastiya heqîqeta Rêber Apo de, ji bo ku gelê me bigihêje hebûna xwe û azadiya xwe bi dest bixîne, bê teredût di nava 24 seatan de têkoşîn kirin bû.

Yek ji wan fedayiyên me jî hevrê Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bûn. Heval Aryen Arê di temenekî pir biçûk de çavê xwe li rastiya Kurd û Kurdîtiyê vekir. Ji polîtîkaya înkara hebûna Kurd re bû şahîd, vê bandoreke pir mezin li ser kesayeta wê çêkir û vê bandorbûnê di şexsê hevrê Aryen de rê li ber lêgerîna azadiyê vekir.

Di nava rastiya tevgera azadiyê de bû xwedî ezmûn, bi keda xwe xwe mezin kir, di hemû mijaran de xwast bibe pispor û xwast weke keçekeRojhilatê Kurdistanê ku bi nirxên xwe yên dîrokî ve girêdayî, di rastiya paradîgmaya Rêber Apo û di îdeolojiya rizgariya jin de xwe ava bike. Weke kadroyeke pêşeng hemû hewldanên wê yên têkoşîna bê navber ew bû ku hevrêtiyeke rast di rêya heqîqetê de, bi Rêber Apo re bike. Li ser vê bingehê di rastiya fermandartiyê de xwe ava kir, ji tîm heya asta fermandariya hêzên parastina jinê, di kesayeta xwe de têkoşîneke pir mezin da meşandin. Xwest bi reng û aqilê jin fermandartiya demê bike.

Di ziravtiyên jiyanê de pir kûr, jiyan bi hez kirin û eşq hembêz kirin, bi keda ku di jiyanê de dida, bû nimûneya fermandartiya rast a ji hevrêyên xwe re. Bû xwedî navê fermandarê herî mezin a kedê. Ji bo vê jî dema em kêliyên rastiyê yên bi heval Aryen re me jiyan kiriye tînin bîra xwe, di dilê her kesî de cihê xwe ava kiribû, bi dilnizmiya xwe, bi fedakariya xwe, bi nêzîkbûnên xwe yên însanî û sadebûna xwe, ji bo civaka xwe bû pêşengek, bû rêzana riya heqîqetê.

Heman demê ji bo hevrê Êrîş Berxwedan weke ewladê Kobaniya berxwedêr, yên ku bi nirxên xwe yên civakî ve girêdayî ne, dema ku li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa Jin Jiyan Azadî dest pê kir û êrîş li hember gelê Rojhilat rûdan, wijdana wî qebûl nekir, û bi ezmûnên ku ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê girtiye, hemû sînorên ku dagirkeriyê danîne derbas kir û berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê. Bi vê biryardariya xwe ji hemû hêzên katîlên kastîk re diyar kir ku, her çiqasî sînoran jî ji me re dabînin, wê nikaribin hezkirina me ya li hember welatê me derbas bikin û wê zeîf bixin. Bi vê sekna xwe her hewl da ku bi hevrêtiya hevalên xwe yên jin re, zihniyeta desthildariyê di xwe derbas bike û bibe sekna mînak a têkoşîna li beramberî zihniyeta katîlê kastîk. Bi hevrêtiya xwe ya bi hevalên jin re, xwast xwe bigihîne pîvanê rêhevaltiya rast a bi Rêber Apo re.

Ji bo heval Êrîş ked dayîn dihat wateya xwe girêdana bi jiyana azad û wekhev re, ji ber vê 24 seatan bê navber kar û xebat dikir û li ruxmî hemû fedakariyên ku dikir jî, xwe li hember heqîqeta Rêber Apo kêm didît. Keda wî û têkoşîna wî ya jiyanê, rexnedayîna bi hêz a li beramberî komplo bû. Li beramberî dijminê xwe weke navê xwe bû. Di xwe de, di kesayeta xwe de, xwe gihandibû pîvanên rêhevaltiya rast, ji bo wê jî dema ku em pênaseya heval Êrîş Berxwedan dikin, pênaseya wî ji bo me ked, hez kirin, kelecana jiyanê, bê têredût têkoşîn, li ser şopa heqîqetê weke şervanê azadiyê meşîn e.

Li ser vê bingehê weke Hêzên Parastina Jin HPJ, ji bo ku em bibin hevrêyên rast ên vê heqîqetê, di şexsê her du hevreyên xwe de, soza bilindkirina têkoşînê didin, û ji bo me meşa di vê rêyê de, dibe tolhildana herî dilsoz a şehîdan.

Di dawiyê de careke din diyar dikin ku em ê xwedî li xeyal û armancê şehîdên xwe derbikevin û di vê çarçoveyê de careke din di şexsê hevrê Aryen Arê û Êrîş Berxwedan de, bejna xwe li beramber tevahî şehîdên riya azadiyê ditewîn in.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

Nivîsa Pêş

8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin

8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin

TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

Manşet

  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir
  • 8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.