REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî konê şînê yê Şehîd Baran Şemerî bû û sonda şopandina şopa şehîdan nû kirin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Baran Şemerî (Ahmet Mustafa Hasan) ku 13’ê Çileya 2024’an li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li pêşiya mala wî ya li herêma Dewar Berazî ya rojhilatê bajarê Reqayê hat vedan.
Bi sedan şêniyên kantonê, tevahî endamên saziyên sivîl, meclisa leşkerî û nûnerên tevgerên siyasî herikîn bin kon.
Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Bajarê Reqayê Felek Hîlal axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî keda şehîdan ditewînin ku bi xwîna rêya azadî û rûmetê ji gelên herêmê re nîşan dane. Şehîd bingeha avakirina Rêveberiya Xweser û nirxên edalet û wekheviyê ne. Em soza xwe nû dikin ku em ê rêya wan bidomînin û hevgirtina xwe xurtir bikin.”
Hevseroka Meclisa Olî ya Kantona Reqayê Fatima Bozan bi navê Kongreya Îslama Demokratîk jî sersaxî ji malbat û hevrêyên şehîd re xwest û got şehîd Ahmed giyanê xwe fedaî gel û axa xwe kirine û li ba Yezdan jî zindî ne.
Fatima Bozan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew bi saya şehîdan ewle dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em layiqî keda şehîdan bin. Divê em ji fitneyên mezhebî dûr bikevin û li hemberî planên dijber ên li ser herêmên me yek bin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mihemed Salih Hac Abdullah jî di axaftina xwe de got şehîd Ahmed rêya jiyaneke bi rûmet pejirand û soza parastina destkeftiyên şehîdan da.
Bi navê tevgerên ciwanan ên kantona Reqayê Musena El Ahmed jî axivî û got: “Şehîd mirovên herî birûmet li dinyayê ne, ji ber ku di rêya jiyaneke bi rûmet ji bo gelê xwe de canê xwe feda kir. Xwîna şehîdan deynek di stuyê me de ye, çawa wan ji bo me û zarokên me xwe feda kirin, em ê layiqî vî deynî bin.”
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Kewser Mihemed jî destnîşan kir ku şehîd Ahmed şervanek tenê bû, lê di dilê xwe de evîna welat û rûmeta gelê xwe hilgirtin. Keweser dilsoziya bi nirxên ku ji bo wê şehîd bûne da û da zanîn ku xwîna şehîdan rêya jiyanê ji nifşên bê re xêz dike.
Di dewama merasîmê de endama Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Asya El Xerbî jî axivî û ev tişt anî ser ziman: “Em ne ji bo şîna cenaze li vir in, lê ji bo pîrozkirina fikrekî nemir li vir in. Şehîd Ahmed ji bo ku wateya jiyana azadî di me de şiyar bike canê xwe feda kir. Şehîd nayên jibîrkirin. Xwîna wê dê meşaleya rêya azadî û rûmetê bimîne.”
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Nûr Rehal jî got: “Şehadeta Ahmed ne windahiyek e, lê belê ji bo me hemûyan wesiyetek e ku em têkoşîn û ala berxwedanê bidomînin. Em soz didin ku em ê dilsozên rêya şehîdan bin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ahmed hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



