NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela fermî ya Serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin, hatiye diyarkirin ku civîn dê di 4’ê Kanûnê 2025’an de, saet 14:00’an de li Hola Merasîmên Parlamentoyê, di bin serokatiya Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş de were lidarxistin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de dê li ser karê komîteyê nîqaş û nirxandin werin kirin.
Civîna 19’emîn dê piştî hevdîtina dîrokî ya endamên komîsyonê bi Rêber Apo re, yekem civîna wê be.



